TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agirê Wadiya Mûnzûrê hat vemirandin

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2021 03:29

PeyamaKurd – Li Dêrismê li navçeya Ovacikê li Wadiya Mûnzûrê 3 roj berê agir bi daristanê ketibû û îro agir hat vemirandin. Bo vemirandina agir ji hewa û bejayiyê mudaxele kirin. Tîmên rêxistina Daristanê, AFAD, rêvebiriya taybet ya parêzgehê, cendirme, Kızılay, UMKE û îtfaiye tevî xebatê bûn. Ji pêvî van tîman gelek kesên xwebexş alîkariya wan kirin.

Di vemirandina agir de 2 helîkopter, 2 arazoz, 4 alavên mudaxeleya ewilî û 5 makîneyên kar hatin bikaranîn. Bi tevayî li dora 350 kes xebitîn. Ji ber dever çiyaye gelek zahmete ku mirov xwe bigihînin hinek deveran. Niha her 2 helîkopter ciyê şewatê sar dikin.

Parêzgerê Dêrsimê Mehmet Ali Özkan, ji rojnamevanan re ragihand ku li Nazimiyê li Kutuderesi şewata daristanê dewam dike û ji ber dever çiyayên asênê wê bi helîkoteran mudaxeleyê agir bikin.

Parve bike: