TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ahmet Turk ji bo Mêrdînê namzetîya xwe ragihand

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2023 21:08

PeyamaKurd - Sîyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ragihand ku ew dîsa bûye namzetê Şaredariya Parêzgeha Mêrdînê.

Ahmet Turk, di derbarê namezetîya xwe de li ser hesabê xwe yê 'X'ê daxuyanî da û wiha got:

 "Ji bo em hesabê qeyûm tije bikin, xebatên xwe yên nîvco mayî bidomînin û ji bo vîna gel dîsa bigihîjînin Mêrdîna kevnar a bajarê Ziman û Olan, me careke din ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Parêzgeha Mêrdînê serlêdanê li DEM'ê kir. 

 

Ahmet Turk di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de ji HDPê wek Hevserokê Şaredariya Parêzgeha Mêrdînê hatibû hilbijartin. Lê piştî demeke ji alî hikûmeta AK Partîyê ve ji postê xwe hate dûrxistin û li şûna wî qeymeqamek wek qeyyûm hat tayînkirin.

Parve bike: