TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ajotvanê mînîbusa ku 47 koçber hilgirtibû hat zîndanîkirin

Admin M
Nivîskar
📅 23 gulan 2021 02:14

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navçeya Tûşbayê piştî şopandina tîmên polîs û cendirmeyan, mînîbusa ku 47 koçberên qaçax hilgirtibû, ajotvanê wê yê bi navê M.İ. hat binçavkirin û di encama girtina îfadeyên wî de, ew derxistin ber dadgehê. Dadgeh biryara zîndanîkirina wî da. Di nav koçberan de 3 kes ji wan derketin ku birîndarin. Koçberan teslîmê Rêvebiriya Koçberan ya bajarê Wan ê kirin.

Ajotvanê mînîbusê duhî li ser rêya Wan-Ercîşê piştî ji aliyê tîmên cendirme û polîsan de hatibû şopandin, kontrola mînîbusê wenda kiribû û ketibû nav zeviyê. Piştî qezayê ajotvan xwestibû bireve lê hatibû desteserkirin. Mînîbusa ku ciyê 15 kesan tê de hebû, 47 kesan hilgirtibû. Di nava erebê de ji Afxanistanê, Pakistanê û Sûriyeyî hebûn.

Parve bike: