AK Partî: PKK li şikeftan amadekariya leşkerî dike, loma gavên yasayî nayên avêtin
PeyamaKurd - Medya Tirkiyê li ser mijara neavêtina pêngavên yasayî bo pêvajoya çareseriyê radigihîne ku "Pêvajoya Îmraliyê" di mijara gavên yasayî de asê maye.
Li gorî Ronameya Tirkiyeyê bavkaniyên ji partiya desthilatdar AK Partiyê îdia dikin ku PKKê li şûna çekdanînê, li herêmên çiyayî amadekariyên leşkerî û perwerde zêde kiriye.
Çavkaniyên AK Partiyê diyar dikin ku di nav rêxistinê de komên li dijî çekdanînê hene û wan li hinek şikeftan depoyên çekan tije kirine û dest bi perwerdeya leşkerî kirine. Rayedarên AK Partiyê dibêjin: "Gava rewş wiha be, em ê ji bo çi yasayê derxin? Heta çek neyên danîn, em li ser îhtîmalan qanûnan çênakin."
Derbarê daxwazên ji bo "statuyeke taybet" ji bo Abdullah Ocalan jî tê gotin ku AK Partiyê derî girtiye. Li gorî rojnameyê AK Partî li dijî dayîna statuyê ye, lê dikare şert û mercên Îmraliyê sist bike.
Ev jî hikûmet ji bo ku Ocalan rasterast bi Qendîlê re têkilî deyne û bi rojnamevan an jî akademîsyenan re hevdîtin bike gavan bavêje.