Kurdistan
Ala Talabanî bersiva Berdevkê YNKê Pîrê da!
PeyamaKurd- Ji ber ku endamtiya Rêvebira YNKê Ala Talabanî hatibû cemidandin, Ala Talabanî bang li Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîrê kir ku îddayên xwe ispat bike.
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê gengeşiya di nava YNKê de berdewam e. Piştî ku Ala Talabanî ji bo hilbijartina Iraqê navê xwe di lîsteya Ereban de nîşan da; di 17 Nîsanê de ji aliyê rêvebiriya partiyê ve, endamtiya wê hatibû cemidandin.
Ala Talabanî jî mesajan ji rayedarên girîng re dişîne û îddayên di heqê xwe de red dike.
Li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Ala Talabanî wiha got: “Her tişta min gotiye, di vîdyoyan de qeydkirî ye. Ez ê van qeydan pêşkêşî komîteya navendî bikim. Kerem kin hûn jî îddayên xwe ispat bikin. Ji min re nebêjin; filankes halo gotiye, bêhvankes wiha gotiye.”