Aldar Xelîl: Bila ENKS ofîsên xwe veke û çalakiyên xwe bike
PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl daxwazê ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike ku ofîsên xwe veke û çalakiyên xwe bike.
Di rojnameyeke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk de Aldar Xelîl dibêje ku nakokiyên aliyên siyasî ne ewqas mezin in wekî ku tên nîşandan û ev nakokî bandorê li ser helwesta niştimanî nakin dema ku armanc xizmetkirina gel be.
Aldar Xelîl got ew nizane çima ENKS ofîsên xwe venake û çalakiyên xwe nake bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku ofîs bên vekirin û karê siyasî bê kirin. Xelîl herwiha anî ziman ti astengî li pêş ENKS tune ye û pêwîstiya vê qonaxê bi her xebateke niştimanî û berpirsyar heye.
PDK-S: DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊNE BERDAN
Endamê Polîburoya Partirya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Muhsin Tahir ragihand, ku berî çareserkirina pirsa vekirina ofîsên wan, divê girtiyên siyasî bêne berdan û eşkere kir, ku berdana girtiyan yek ji gavên çêkirina baweriyê ne.
Muhsin Tahir got lihev hatina wan û PYD divê di bin çavdêriya aliyekî navdewletî be, ji ber ku bi gotina wî, berê jî 2 caran lihevkirin çêbû, lê herdu caran jî hate hilweşandin.