Alî Babacan, Cejina Remezanê li Diyarbekirê pîroz kir
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan ê ku ji bo bernameya ku îro li Diyarbekirê tê lidarxistin hat bajêr, li Mizgefta Mezin a dîrokî ya navçeya Sûrê nimêja cejinê kir û cejina welatiyan pîroz kir.
Alî Babacan ê ku di çarçoveya bernameya "Sifreya Xelîl Îbrahîm" de hatibû Diyarbekirê, li Mizgefta Mezin a Sûrê nimêja cejinê kir û piştî nimêzê, daxuyaniyek da û got,
"Di vê cejinê de pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Em bi dilekî xemgîn û şikestî dikevin vê cejinê. Di erdhejê de 10 hezar welatiyên xwe me jiyana xwe ji dest da. Rehima Xwedê li wan hemûyan be."
Babacan da zanîn ku ew bi 6 serok û 2 şaredarên bajarê mezin li herêma erdhejê ne û wiha got: "Di cejinê de xemgînî heye, hêvî û kêfxweşî jî heye ku em ê wekî milet bi pêş ve biçin.
Em bi lez û bez ber bi 14ê Gulanê ve diçin. Girîng e ku em li Diyarbekirê ne lewra ev der jî bajarê erdhejê ye. Me xwest li navendên bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûne bi welatiyên xwe re hevdîtinê pêk bînin."