Alîgirên Esed li Hesekê li dijî HSDê xwepêsandan kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek alîgirên rejîma Beşar Esed û karmendên saziyên dewletê kom bûn û li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwepêşandan kirin.
Xwepêşaneran, daxwaz ji HSDê kir ku rojnamevan û nûçegihanê kanaleke televîzyonî ya bi ser hikûmeta Sûriyê de ku hatiye girtin, were berdan.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku xwepêşander li pêşiya avahiya dadgehê kom bûne û xwestine nûçegihanê televizyona El Ixbariya ya Sûriyê li Qamişlo Mihemed El-Sixîr ku ji aliyê HSDê ve hatiye girtin, were berdan.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê daye xuyakirin, Mihemed El-Sixîr ku ji destpêka 2019an ve girtî ye, ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kiriye di rewşeke xirab de ye û tê gotin, Sixîr ji ber belgekirina şewitandina zeviyên çandiniyê di sala 2019an de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye girtin.