Almanya: Em dixwazin hêzên Pêsmerge zûtir bibin yek
PeyamaKurd – Cîgirê serkonsulê Almanya yê payîtexta Kurdistanê Hewlêrê Sven Mossler ragihand ku Almanya di mijara reforma hêzên Pêşmerge û yekkirina wan de dixwaze bêhtir pêşdeçûn bibin û ji bo wê jî pêdivî bi îrada siyasî heye. Di mijarê de Mossler di bernama Rûdawê de bersivên pirsên Hewraz Gulpî da û bi taybetî di mijara taybetmendiya Kurdan de got ku mêvanperweriya xelkê Kurd tişta ku herî bala wî kişandiye ser xwe.
Dîplomat got ku di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de têkiliyekî taybet heye, li Almanya gelek Kurd dijîn û di navbera Kurdistanê û Iraqê û Almanya de têkiliyên bazirganiyê hene. Sven Mossler weha got:
“Li dora 800 şîrketên Almanya bi Iraqê re bi rêkûpêk bazirganiyê dikin. Para Herêma Kurdistanê li dora %20 heya %30 ye. Hem li vê derê 30 ofîsên şêrketên Alman hene. Divê em bêjin ku pirsgirêk hene û divê şareser bibin. Rewşa asayîşê ji bo hinek şîrketan hê jî bi endîşeye. Li Iraqê bi burokrasiyê re û bi gendeliyê re pirsgirêk hene. Serokwezîrê nû Muhammed Şiya Sudani got ku wê ewilî bi ruşwetê re têbikoşe.
Veberhênerên Alman hê jî şerê IŞİD ê jibîr nekerine. Ez vêya jî bêjim; êrîşên Îran û Tirkiyê hê jî li Almanya dibin manşetên nûçeyan. Ji ber wê ji bo Herêma Kurdistanê têgihîştinekî weha heye. Lê weka sefaretxane wezîfa me ew e ku em ji wan re bêjin bila werin û rewşê bi çavên xwe bibînin ji ber ku rewşa asayîşa herêmê cudaye.”
Mossler ragihand ku Amerîka, Îngîltere, Hollanda û Almanya li ser rewşa reformên wezareta Pêşmerge xebatê dikin û weha dewam kir:
“Hinek pêşdeçûn heye lê em dixwazin zêdetir tiştan bibînin. Hinek tişt hêj çareser nebûne. Ji bo pêşdeçûnê divê hemû teref îrada xwe ya siyasî nîşan bidin. Em tenê dikarin wesiyetê bikin.”
Sven Mossler, li ser mijara Êzîdiyan got ku Almanya eleqe nîşanî civaka Êzîdiyan dide û dewam kir:
“Diyaspora Êzîdiyan ya herî mezin li Almanyaye. Ji ber wê ji sala 2014an heya niha me bi gelek projeyan eleqe nîşanî Êzîdiyan da. Li Şengalê gelek projeyên me hene. Me alîkarî da kampan. Wê parlementoya Almanya ji bo sûcên komkujiyê ku li hemberê Êzîdiyan hatibûn kirin, biryara nasîna komkujiya Êzîdiyan derxe.