TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amarên dawî yên erdheja Xarpêtê eskere bûn û hê jî erd diheje

Admin H
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2020 00:33

PeyamaKurd – Şeva îna borî 24ê Çileyê 2020an li Xarpêta bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 6,8an çêbû ku bandora xwe bi taybet li bajarê Meletiyê û hemû bajarên din ên bakurê Kurdistanê kir. Erdhejê li navçeya Xûxê ya Xarpêtê û beşek ji navçeyên Meletiyê bû sedema ziyanê mezin ên canî û madî.

Amarên herî dawî yên erdhejê eşkere bûn û xebatên rizgarkirina qûrbaniyên erdhejê ji bin xaniyên herifî îro 27ê mehê berêvarê bidawî bûn.

Herwiha piştî erdheja mezin heta îro 1215 erdhejên paşkoyî bi pileyên hêza piçûk û navîn çêbûne ku hîn jî hejîna erdzemînê berdewam dike û xelk li derve di nav konan de dimînin.

Li gorî amaran heta niha 41 kesan di erdhejê de can daye, 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatine rizgarkirin û bi tevahî bi qasî 2  hezar kes bi awayê sivikî birîndar bûne.  

Hat eşkerekirin ku li Xarpêt û Meletiyê 87 avahî rûxiyane û 1287 avahî jî xisar dîtine û 12 avahî jî bilez wê bên hilweşandin.

Parve bike: