Kurdistan
AMED | 'Polîsan namzeda jin a HDPê û peyamnêra jin derb kir'
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê dema dengdanê polîsan namzeda şaredariya HDPê ya navçeya Baglarê Zubeyde Zumrut û peyamnêra jin a JinNewsê Gulistan Azak derb kir.
Hat ragihandin ku dema Zubeyde Zumrut li Dibistana Taxa Bagcilarê ya Alî Kuşçu dengê xwe dida peyamnêra JinNewsê Gulistan Azak jî ew dişopand.
Azak ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û derb kirin û li ser berteka Zubeyde Zumrut ew jî rastî tundiya polîsan hatiye.
Li gor nûçeya JinNewsê polîsan ji Azak re gotiye, “Nabe hûn bi kamerayê kêşanê bikin. Nediyar e ku hûn xizmeta kê dikin. Biqeşite ji vir, hûn terorîst in.”
Hat diyarkirin ku Zumrut jî rastî tundiya polîsan hatiye û piştî hatina amirê polîsan rewş aram bûye û polîsê ku astengî derxistiye jî ji ber gotinên xwe lêborîn xwestiye.