TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amedî | Li Bamernê guleya topê li nav zeviyên welatiyan ket û bû sedema sewatê

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2022 19:27

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li sînorê bajarokê Bamernê ya Amêdiyê ku bi ser parêzgeha Duhokê ve ye, guleyekê topê di nav zeviyan de ket û bû sedema şewata zeviyan.

Li gorî çavkaniyên deverê, guleyeke topê di nav zeviyê welatiyan de li nêzîkî navenda nehiyeya Bamernê ya qezaya Amêdiyê ket ku li nêzî baregeheke artêşa Tirkiyê heye.

Piştî ketina wê guleya topê, şewat di nav zeviyên welatiyan de derket û ziyana madî çêbû.

Hat diyarkirin ku cihê top lê ketiye, 800 metre nêzîkî binkeyeke artêşa Tirkiyê ye û heman herêm di nav du mehên dawî de sê caran rastî topbaranan hatiye ku ji ber topbarana Tirkiyê 2 zarok li seyrangeheke nehiyeya Şêladzê hatibûn kuştin.

Parve bike: