TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka baregeha xwe ya leskerî ya li Herêma Kurdistanê mezin dike

Admin H
Nivîskar
📅 04 sibat 2021 21:03

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên iraqî Amerîkayê dest bi mezinkirina baregeha xwe ya li Herêma Kurdistanê kiriye.

Mehr Newsê bi zarê çavkaniyên iraqî ragihandiye ku Amerîka ji bo mezinkirina Baregeha Herîr a li Herêma Kurdistanê ketiye tevgerê ku piştî salan cara yekem e biryareke wiha hatiye standin.

Herwiha medye erebî bi zarê çavkaniyên îstixbarî daye xuyakirin ku Amerîka armanc dike ku di Baregeha Herîr de dest stargehên binerdî ava bike.

Baregeha Eyn Esad a li rojavayê parêzgeha Enbarê û Baregeha Herîr a li Hewlêr du baregehên navendî yên Amerîka li herêmê ne ku cihê bi qasî 7 hezar leşkeran li wan heye.

Parve bike: