Kurdistan
Amerîka bo Pêsmerge pistevaniya xwe berdewam dike
PeyamaKurd - Amerîka bo sala bê nêzîkî 300 milyon dolarên din bo Hêzên Pêşmerge diyar kiriye. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ew alîkarî pir girîng in.
Encumena Nûneran a Amerîka projeyasaya bergiriya niştimanî bo sala bê bi piraniya dengan pesend kir. Li gorî wê pirojeyasayê dê Amerîka 290 milyon dolar bide Hêzên Pêşmerge.
Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Salar Cebarî ji malpera PDKê re ragihand: “Alîkariyên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bo Hêzên Pêşmerge berdewam in û pir girîng in.
Lîwa Salar Cebarî wiha got: “Ne tenê Amerîka, lê belê welatên din jî li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam in û berwerdeya leşkerî didin wan.”