TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka: Li Dêrezrorê hêzên me rastî êrîsekê nehatine

📅 27 gulan 2020 17:01

PeyamaKur – Hatibû ragihandin ku li bakurê rojhilatê Dêrezorê komeke çekdar êrîşî karwanekî Artêşa Amerîkayê kiriye ku Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) jî pê re bû lê Amerîka ji bo vê nûçeyê dibêje ne rast e û hêzên wan rastî êrîşekê nehatine.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), li gundê Ruşd yê ser bi Dêrezorê ve, komeke çekdar a ku nehat zanîn bi çekên otomatik û bombeyên destan êrîşî karwanekî artêşa Amerîkayê kirine.

Li gor'î nûçeyê di encama wê êrîşê de 3 leşkerên Amerîkayê û 5 şervanên HSDê birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê derbarê nûçeyê de daxuyaniyeke da û diyar kir ku ew nûçe bi tu awayî rast nîn e.

6ê Nîsan di dema ku leşkerên Amerîkî û hêzên HSDê li sînorê Hesekê dewriye dikirin rastî êrîşekê hatibûn û di wê êrîşê de serbazekî Amerîkî û 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dabûn.

Parve bike: