TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka navê 5 rêveberên Iraqê dixe lîsteya res a cezayan

Admin H
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2020 18:18

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka navê 5 rêveberên navdar ên Iraqê ji ber tohmetên wekî; têkiliya wan bi Îranê re, gendelî û binpêkirina mafên mirovan, dixe nav lîsteya cezayên Amerîkayê.

Hat diyarkirin ku dê Amerîka ji bo wan kesên xistiye nav lîsteya reş û cezayan bisepîne ku li gorî medya iraqî navê wan wiha ye:

  1. Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî
  2. Serokê desteya milîsên Heşdî Şeibî Falih Feyaz
  3. Serokê milîsên Bedir û serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî
  4. Rêveberê milîsên artêşa Mehdî yê ser bi tevgera Sedr Hakim Zamlî
  5. Emîndarê milîsên ketibeyên Îmam Elî Şibil Zeydî
Parve bike: