Kurdistan
Amerîka: Neçîrvan Barzanî dê hevkarekî me yê mayînde bimîne
PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Morga Ortagus, di civîna çapemeniyê de, li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê, bi sedema hilbijartina Nêçîran Barzanî ku bû serokê Kurdistanê, pîrozbahiya xwe ragihand û got:
“Nêçîrvan Barzanî dê hevakarekî me yê girîng bimîne. Me bi Nêçîrvan Barzanî re di têkiliyên xwe yên nêz de, bi bawerî îstîfade kir. Em bi hevre li ser hinek mijaran xebitîn. Di navbera me de, di mijarên asayîşa herêmê de, reform, aborî, têkiliyên navbera hukumeta Kurdistanê û Bexdayê de, bo normalkirina wan, koordinasyon hebû.”