TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka: Pistgiriya me ji bo pêsmergeyan wê bidome!

Admin V
Nivîskar
📅 14 tebax 2018 21:32

PeyamaKurd- Fermandarê Navenda Oprasyonan yên li paytextê Iraqê li Bexdayê General Austin Renforth got ku ew ê piştgiriya xwe ji bo hêzên Iraqî û pêşmergeyan bidomînin.

Li gorî agahiyên çapemeniya Kurdî Generalê Amerîkî Renforth ziyareta Şehîdan ya li herêma Barzanê ziyaret kir û li vê derê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Renforth wiha berdewam kir:  “Ji bo ku hêzên pêşmergeyan ji nû ve werin sererastkirin, me budçeyeke girîng veqetandiye. Em dixwazin ku pêşmerge bihêztir bibe û bikaribe ku hêsantir IŞÎDê têk bibe. Em ê hêzên pêşmergeyan perwerde bikin.”

Berpirsê Eniya Mexmûrê Sirwan Barzanî jî bi Renforth re rawestiya û got ku hevkariya Amerîka û pêşmergeyan wê bidome. Amerîka wê piştgiriya xwe ji bo pêşmergeyan bidomîne.

Parve bike: