TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka: PKK zarokan dike çekdar û bi zorê wan tevî refên xwe dike

Admin L
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2021 16:29

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane de daye zanîn, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokan dike çekdar û bi zorê wan tevî refên xwe dike û wan dişîne deverên şer.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kiriye, PKKê li Şengalê bi sedan zarok kirine çekdar û bûne endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ku komeke ser bi PKKê ve ye û wan zarokan ji bo şer dişînin Tirkiye û çiyayê Qendîlê.

Di beşeke din a raportê de hatiye eşkerekirin: “YPG ku komeke ser bi PKK ve ye, çekdarkirina kur û keçan didomîne, ku temenê hinek ji wan tenê 12 salî ye.

 

Parve bike: