Kurdistan
Amerîka û Japonya di 30 yê mehê de çavdêrin
Peyamakurd- Amerîka û Japonya di hilbijartina parlementoya Kurdistanê ya di 30 yê êlûnê de, wê çavdêriyê bikin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bo di hilibjartinê de çavdêriyê bike seredana komîsyona hilbijartin û referandûmê kir. Eger komîsyon qebûl bike wê Amerîka wezîfê bide heyetekî da çavdêriya hilbijartinê bikin.
Ragihandin ji aliyê keydkerê komisyona hilbijartin û referandûmê, ji Jiyar Dizeyî hat kirin. Dizeyî ragihand ku Japonya berê seredan kiriye da çavdêran bişînin bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê.