TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîkayê êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2026 09:25

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê bi tundî şermezar kir û da zanîn, êrîş ji aliyê mîlîsên terorîst ên girêdayî Îranê ve hatiye kirin.

Wezaretê got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tundî û bêyî ti dudiliyê êrîşên terorîstî yên qirêj ên mîlîsên biwekalet ên terorîst ên Îranê yên li Iraqê şermezar dike ku li dijî cihê rûniştina taybet a Nêçîrvan Barzanî hatine kirin."

Wezaretê diyar kir ku ev karên Îran û wekaletên wê êrîşeke rasterast in li ser serwerî, aramî û yekparçeyiya Iraqê.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir: "Em bi tundî wî karê terorîstî yê bêserûber û tirsonekî red dikin ku Îran û wekaletên wê yên terorîst li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê pêk aniye."

Hêjayî bibîrxistinê ye tevî ku hêzên girêdayî Îranê ew êrîş pêk anîne jî Îranê ragihand ku ti pêwendiya wê bi êrîşê re nîne û Amerîka û Îsraîl tohmetbar kirin.

Parve bike: