TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîkayê karwaneke leskerî ya 35 barhilgiran sand Hesekê

Admin H
Nivîskar
📅 14 adar 2021 21:57

PeyamKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke din a leşkerî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê kir.

Li gorî zanyariyên PeyamaKurd karwana ku ji 35 barhilgirên pêdawîstiyên leşkerî û lojîstîkî pêk dihat, ji ser deriyê sînorî Tanfê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û ber bi parêzgeha Hesekê bi rê ketiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî hatina ser kar a rêveberiya nû ya Amerîkayê û ji destpêka sala 2021ê ve 16emîn karwana leşkerî ya hevpeymaniyê ye derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Herî dawî jî 4ê Adarê karwaneke hevpeymaniyê ji ser Qamişlo ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.

Parve bike: