TR KU SO
FB X
Kurdistan

Aras Sêx Cengî Talabanî got: “Me Mistefa Selîmî radestê Îranê kiriye”

Admin M
Nivîskar
📅 15 nîsan 2020 05:11

PeyamaKurd- Aras Şêx Cengî Talabanî di mijara teslîmkirina pêşmergeyê kevin yê PDK-Î û firarê zîndana bajarê Seqizê Mustafa Selîmî de peyamekî belav kir.

Daxwiyaniya Aras Şêx Cengî Talabanî weha ye;

Silav û Rêz ji bo hemu Hevalan!

Her çendîn min pêwîst nedît ku ez derbareyê birêz Mistefa Selimî û radestkirina wî tiştek belav bikim jî lê hemû buyerên xwar û çewt min neçar kirin, ku ez îsaretê çend rastiyan bikim.

Em li gel Komar a Îslamî ya Îranê hevsinorin û çênabe ku em dijminahiyê bi welatek wisa bihêz re, bi şer rabigihînin. Ji ber wê dostanî ji şer baştir e. Dema ku Mistefa Selîmî gehişt bajarokê Pêncewîn û hêzên asayişê wî birin ji bo testa Koronayê, ez, her dû birayên min Lahor, Polad û kak Celal Şêx Nacî li mala me runiştî bûn. Kak Westa Hesen ligel me kete pêwendiyê û got ku wan zîndaniyekî qaçax desteserkirine. Li ser wê, me pêwendî ligel berpirsên Komar a Îslamî danî û wan ji me re got:

 “Ew zîndanî tawanbare bi kûştina 2 serbazên me û em dê spasê we bikin ger hun wî bo me vegerînin. Bi rasti, kî di cihê me da bana, wê heman karî bikirana. Qet pêwîst nake, ku em babetekî din bikin nav babeta netewî. Pêşmerge ew kesin, ku niha di nav kampan de dimînin. Ew kesê ku me radestê Îranê kiriye, tenha tawanbareki ye. Me, parastin û damezrandina partiyên Rojhilat ên dilsoz erka nêştimanî zaniye. Lê bila xelkê din, bi hinardina xortên Kurd bo Libyayê, kesayetiya xwe nîşan bidin.

Ligel rêzên min

Aras Şêx Cengî

 

Parve bike: