Kurdistan
Artêşa Îranê 2 birayên Kurd yên çalakvan kuşt
PeyamaKurd – Hêzên artêşa Îranê li Kermanşahê li taxa Dareh Derazê çalakvanên damezrênerên pirtûkxana Kurdî yên bi navên Meysam û Mucteba Weysî kuşt. Her dû bira xwediyê baweriya Yaresanîne.
Hêzên artêşa Îranê li gond dora mala wan girtin û raste rast bi çekan li wan xistin û kuştin.Xwediyê male jî hevalê wane, çalakvane û dahatûya wî nayê zanîn.
Artêşa Îranê serê siba 28ê Gulanê seet li dora 04.00ê siba de li bajarê Dalahû ya Kermanşahê li gundê Qaleh Kahûşê avêtine ser malê. Artêşê ji çar terefê malê de bi çekan li malê xistiye.
Dahatûya xwediyê malê yê bi navê Ferşad Hatemîpûr de ji êrîşê heya niha nayê zanîn. Dibe ku hêzên artêşê wî xistibin bin çav lê ti agahî di dest de nîne.