Kurdistan
Artêsa Tirkî dîsa kampa Eyn Îsa topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkî dîsa kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.
Li gor zanyariyan, do derengiya şevê gundên Mielek û Cedêda, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê bi çekên giran û bi awayekî ketûber hatin topbarankirin.
Herwiha hemdemî êrîşa li ser Ey Îsayê, artêşa Tirkî gundên Tinib û Şewarxe yên navçeya Şera ya Efrînê jî bi çekên giran topbaran kir.