Kurdistan
Artêsa Tirkiyê dîsa gundewarên Kobanî topbaran kirin
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê do êvarê du gundên El-Curn û Hurriye li rojhilatê Kobaniyê topbaran kirin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, êvara Sêşemê 9ê Mijdara 2022an, Artêşa Tirkiyê her du gundên El-Curn û Hurriye li rojhilatê Kobaniyê û rojavayê Girê Spî topbaran kirin.
Herwiha di derbarê zerarên di encama wê topbaranê de hêj tu zanyarî nehatine bidestxistin.