TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê dorûbera Kampa Eyn Îsayê car din topbaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2020 15:30

PeyamaKurd - Hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve careke din dorûbera Kampa Eyn Îsa û gundewarên bajarokê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, îro 13ê Kanûnê hêzên Tirkiyê û komên çekdar derdora kampa Eyn Îsa û gundên Seyda û Mueleqa dan ber topan.

Hîn derbarê ziyanên wê êrîşê de agahiyên zelal bidest neketine.

Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî du hefte ne artêşa Tirkiye û komên çekdar Eyn Îsayê topbaran dikin û car caran di navbera wan û hêzên HSDê de pevçûn rû didin.

Çend roj berê fermandarên Rûsî bi HSDê re civiyabûn û ji fermandarên HSDê re gotibûn, ji bo gefên Tirkiyê ji holê bên rakirin bila bajarokê Eyn Îsayê radestî hêzên rejîma Sûriyê bikin, lê HSDê ev yek qebûl nekiribû.

Parve bike: