Kurdistan
Artêsa Tirkiyê û komên girêdayî wê li Eyn Îsa êrîs pêk anîn
PeyamaKurd – Li Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê, êrîş pêk anîn.
Li gor zanyariyan, îro danê sibehê artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê, êrîşî Eyn Îsa kirin û hewl dan derbasî kampa wê bibin.
Piştî hewla derbasbûna artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê, bo kampê şer û pevçûn di navbera wan û hêzên asayîşê û hêzên Hikûmeta Sûriyê de derketiye.
Pişt re çekdarên ser bi Tirkiyê, bajar topbaran kirin, li gor zanyariyan du endamên asayîşê bi sivikî birîndar bûn.