TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asayaîşa Amedê: 4 gumanbar bi sîlihên xwe ve hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 08 tebax 2026 17:33

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navçên Peyasê (kayapınar) û Reza (Bağlar) 4 kesên ku navên wan ketine nava rûdanên birîndarkirin û xesarê dane kes û ciyan, bi sîlihên xwe ve hatin girtin.

Rêvebiriya asayîşa Amedê (Diyarbekir) di ser hesabê xwe yê medya civakî de agahî da û got:

“Rêvebiriya me ya asayîşa navça Peyasê (kayapınar) di çarçova têkoşîna bi sûcan re, ji bo ber li sûcan bigrin û kirdeyên wan desteser bikin, di xebatên hatin kirin de, di 05.08.2026an de, li navça Peyasê û Reza bi sedema sûcên 4 gulebaranan kirinan û birîndarkirinan de kesên tevlî rûdanan bûne yên bi navên M.Z.K., B.E., S.B. û bi xwe re zarokê bi navê K.S.Y. jî xistine nava sûcan û her 4 kes hatine girtin.

Li ser gumanbaran û di erebeyên wan de, demançeyekî, tivingekî popeyî, demançeyekî hewayî, 2 heb jarjur û 2 heb fişekên bi ebadên 9x19 hatine girtin. Di derbarê binçavkiriyan de karên edlî dewam dikin.”

Parve bike: