Asayîş: 3 gumanbarên êrîşa konê şîna Ela Emîn hatin girtin
PeyamaKurd - Asayîşa bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, îro 12ê Adarê ragihand ku wan 3 kesên destên wan di şewtandina konê şîna Ela Emîn de heye girtine.
Daxuyaniyê de hate gotin ku lêpirsîn li ser wan kesan tê kirin ji bo eşkerekirina armancên wan ji vê yekê û dê encamên lêkolînan bi raya giştî re werin parvekirin.
Hate diyarkirin ku dema komîteya wan a lêkolînan dest bi karê xwe kir, di dosyeya mirina Ela Emîn de, wan kesan konê şîna wî şewitandine ji bo ku tevlîheviyê çêbikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 8ê Adarê malbata Ela El-Emîn ragihand ku piştî şeş mehan ji girtinê Asayişê bi wan re têkilî daniye û gotiye, werin termê kurê xwe ji nexwşxaneya Hesekê bibin.
Piştî wergirtina termê Ela Emîn, malbatê konê şîna wî li Qamişlo danî û derengiya şevê jî kon hate şewtandin.
Li gorî vîdyoyeke hatiye belavkirin, dema şewitandina kon, kesek dibêje, “Ciwanên Şoreşger êrîş kir û agir berdan kon û guleyên bêserûber jî berdan.”