Kurdistan
Asayîşa Kurdistanê: Emîrek û 22 DAIŞîyên Kurd hatin girtin
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê ragihand ku di encama operasyonên berfireh ên ku di 96 saetên borî de li herêma Xurmalê hatine meşandin de, emîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê û 21 endamên din hatine girtin.
Operasyon bi fermana Serokê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê û bi hevkariya Asayişa Silêmanî û Helebceyê hatiye li dar xistin.
Hate diyarkirin ku piştî rûbirûbûneke çekdarî, emîrekî DAIŞê hatiye girtin û di operasyonan de ku hemû girtiyên tê de Kurd in, gelek çekên giran û sivik, teqemenî û dûrbînên leşkerî hatine bidestxistin.
Asayişê da xuyakirin ku komê plan hebû ku di nîva vê mehê de çend çalakiyên xwînî pêk bîne û di demeke nêzîk de dê îtîrafên girtiyan bi raya giştî re bên parvekirin.