TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asayîsa Kurdistanê îtirafa yek ji 4 êrîskarên êrîsa Hewlêrê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2021 23:34

PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Herêma Kurdistanê, mikurhatina yek ji 4 kesên ji ber êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê hatine girtin, belav kir.

Di îtirafa xwe de êrîşkarê bi navê Heyder Hemza Ebas el Bayatî li xwe mikur tê ku yek ji encamderê wê êrîşê ye.

Di encama êrîşa şeva 15ê Sibata 2021ê de ku bi 14 moşekan êrîş li ser bajarê Hewlêrê û binkeya serbazî ya Amerîkayê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hatibû kirin, welatiyek û mutahîtekî biyanî jiyana xwe ji dest dabûn û 2 hemwelatî û 5 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûbûn.

Hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê piştî êrîşê dest bi lêkolînê kiribûn û wesayîta terorîstan pê moşek avêtibûn dîtibûn. Herwiha piştî lêkolînan nasnameyên 4 êrîşkaran hatibûn eşkerekirin.

Asayîşa Kurdistanê niha li pey wan kesên din ên di êrîşa Hewlêrê de cih girtine ye.

Parve bike: