TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asayisa Kurdistanê Lahor derewîn derxist

📅 01 cotmeh 2018 01:31

PeyamaKurd - Rêveberê Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê Lahor Cengî derewand û ragihand ku li bajarê Hewlêrê tu kes nehatiye girtin.

Yek ji kesên serekî yê xiyaneta 16ê Cotmehê yê YNKê Lahor Cengî piştî ku beşdarî proseya dengdanê kir, îdîa kir ku şeva borî asayîşa Hewlêrê çend nûnerên YNKê girtine.

Li hember vê yekê rêveberê asayîşa Hewlêrê Dr. Tarîq Nûrî bi daxuyaniyekê bersiv da û ragihand: ‘’Nexêr ne rast e! nûnerekî tu aliyekî siyasî ji aliyê asayîşê ve nehatiye girtin.’’

Herwaha teqez kir: ‘’Ev gotineke hema bo xwe dike, azade çi dibêje yan jî nabêje. Hema ji aliyê xwe ve tometan ava dike lê nerast e.’’

Dr. Tarîq Nûrî got, ku nûnerê pêkhateya siyasî ew e ku xwedî kart be û yek ji dibistanekê de navê wî wek erkdar hebe. Ji ber vê jî di vî alî de tu kesek nehatiye girtin. Ji ber vê eger tiştekî wisa heba ‘’Taybet dê komîsyonê bixwe destwerdan li vê meselê kiriba.’’

Parve bike: