TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asayîsa YNKê mesa bo Ocalan asteng kir: Gelek kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 sibat 2024 23:34

PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, asayîşa YNKê rê neda meşa alîgirên PKKê ya bi mebesta 15ê Sibatê ji bo Abdullah Ocalan dihat lidarxistin.

Meşa ku bi beşdariya hevserok û hinek endamên Tevgera Azadiyê ya nêzî PKKê di salvegera girtina Abdullah Ocalan de dihat lidarxistin, ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hate dorpêçkirin.

Asayîşa YNKê nehişt meş were lidarxistin û hevserokên giştî yên Tevgera Azadiyê Tara Hisên û Selam Ebdulah jî di nav de, hejmarek kes binçav kirin.

Parve bike: