TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asît ketin, rêyên navbera 2 bajarên bakurê Kurdistanê hatin girtin

Admin S
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2019 14:12

PeyamaKurd - Ji ber ketina aşîtên berfê rêya navbera bajarên Şirnex û Colemêrgê ji çûnûhatinê re hat girtin.

Hat ragihandin ku ji ber berf barîna zêde, aşît bi ser otorêya navbera Colemêrg û Şirnexê de ketine û 8 deverên cuda yên rêya navbera herdu bajaran hatiye girtin.

Li gor zanyariyên berdest, niha rê ji trafîkê re hatiye girtin û bi maşîneyan xebatên vekirina rê berdewam dikin.

Parve bike: