Kurdistan
Ava çemê Kûrayê bilind bû û desta Ardaxanê di bin avê de ma
PeyamaKurd – Çemê Kûrayê ku di nav bajarê Ardaxan a Serhedê de derbas dibe, piştî barana zêde û helandina berfê ava çem rabû û deşta Ardaxanê di bin avê de ma.
Mayîna erdê deştê di bin avê de, dibe sedema ku çandiniya deverê dereng bikeve û dibe di pêşde rewş weha dewam bike. Eger rewş weha dewam bike, wê av bigihê heya xaniyan û jiyana bineciyan bikeve nav xeterê.