Awat Cenab Nûrî: Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke bas a pêsketina aboriyê ve diçe
PeyamaKurd – Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî di daxuyanikê de diyar kir; Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baş a pêşketina aboriyê ve diçe.
Awat Cenab Nûrî, di civînekê de bi berpirsên aborî yên Amerîkayê, li ser geşedanên herî dawî yên girêdayî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê da zanîn, Herêma Kurdistanê amade ye rêkeftinê bike û nehêle xelk bibe qurbanî.
Herwiha her du aliyan daxwaz kirin ku di demeke herî nêz de kêşeyên navbera her du aliyan werin çareserkirin.
Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî di çarçoveya vê de destnîşan kir: “Me ji aliyê Iraqî re gotiye ku em pabend in bi erkê ku yasaya budçeyê xistiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Herwiha Semîr Hewramî herwiha eşkere kir, bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê re civînek hatiye kirin û ti kêşeyeke mezin nemaye û ew li bendê ne ku Hikûmeta Iraqê erkên xwe cîbicî bike.