TR KU SO
FB X
Kurdistan

Azad Cundiyanî: PDK dikare tenê 10 rojên din li benda YNKê bimîne

Admin H
Nivîskar
📅 20 adar 2019 22:41

PeyamaKurd - Siyasetmedarekî nêzîkî PDKê dibêje, PDK dikare tenê 10 rojên din li benda YNKê bimîne bo pêkanîna hikûmetê.

Siyasetmedarê kurd Azad Cundiyanî, ku kesekî nêzîkî PDK û Serok Mesûd Barzanî ye jî, ji beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka re behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û pêwendiyên YNK û PDKê kiriye.

Azad Cundiyanî gotiye, astenga herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmetê YNK ye, sebeba wê jî pirsgirêkên nav YNKê ne.

Cundiyanî her wiha gotiye, heta niha PDKê gelekî bi bêhnfirehî bi YNKê re reftar kiriye lê PDK ji wê zêdetir nikare li benda YNKê bimîne, tenê dikare heta 10 rojan din yanê heta destpêka Nîsana îsal li benda YNKê bimîne.

Li ser pêgeh û mezinatiya Serok Barzanî jî Azad Cundiyanî gotiye, hemû cîhan vê yekê qebûl dike ku kak Mesûd tekane rêberekî karîzmatîk e li Kurdistanê û bê hevrik e jî.

Parve bike: