Kurdistan
Babekir Zêbari: “Bi kustina Bexdadî wê ISID mezin bibe”
PeyamaKurd- Serokerkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî, di mijara kuştina Ebûbekir Bexdadî de axifî. Pispor Babekir Zêbarî di mijara kuştina Bexdadî û dahatûya İŞİDê de, bo Basnewsê weha ragihandiye:
“Ez bawerim Ebûbekir Bexdadî hat kuştin. Em ji tecrubeyên xwe, ji girtina Saddam Huseyin û tecrubeyên din dizanin ku tiştekî % sed rast nînbe Amerîka nabêje. Saddam Huseyîn, Usame Bîn Ladîn û gelek kesên din di heman pêvajoyan de derbas bûn. Rêxistinên ku bê serok bimînin, hêzeka baş wenda dikin û derbeka mezin dixun. Ji ber wê dê bi sedema kuştana mezinê İŞİDê, wê İŞİD şikestek bixwe. Lê wê İŞİD mezintir bibe.”