TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bafil Talabanî pêswaziya serkonsulê Amerîkayê Matthew Tueller kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 nîsan 2022 02:08

PeyamaKurd – Serokê YNK ê Bafil Talabanî li Bexdayê li Koşka Mam Celal pêşwaziya serkonsulê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller kir. Di civînê de li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, Herêma Kudistanê û avakirina hukumeta nû ya Bexdayê axifîn.

Di civînê de behsa gengeşeyên navbera terefên siyasî û ji bo bigihên encamekî, ji bo berjewendiya xelkê behsa girîngiya diyalogê kirin. Bafil Talabanî ragihand ku YNK dixwaze pirsgirêkên siyasî çareser bibin, hukumetekî ku karibe daxwazên partî û xelkê hembêz bike û li welat aramî çêbike, bê avakirin.

Parve bike: