TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafira Tirk gundekî Sîdekan a devera Bradost bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2021 17:50

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê balafireke şer a Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê gundekî li sînorê nehiyeya Sîdekanê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan, îro 5ê Cotmehê balafireke şer a Tirkiyê gundê Bolê yê li devera Biradost, li sînorê nehiyeya Sîdekanê ku bi ser Hewlêr ve ye bombebaran kir.

Hat zanîn ku cihê hatiye bombebarankirin, nêzîkî navenda gund e û ti zirareke canî di encama bombebaranê de çênebûye.

Parve bike: