TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên ser ên Tirk dorûbera gundekî Zaxoyê bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2020 14:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din balafirên şer ên Tirkiyê, dorûbera gundê Bêsivê yê Derkarê yê Zaxoyê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan balafiran dorûbera gund bomberan kiriye ku ew gundekî xirîstiyan e. Derbarê ziyananan de ti agahiyên zelal nehatine.

Balafirên Tirkiyê pêr jî gundên Şeladiz a Duhokê û Kanî Masiyê bombebaran kiribûn û 5 kesên sivîl can dabûn ku li dijî wê xwepêşandanên nerazîbûnê hatibûn lidarxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşên berdewam ên Tirkiyê ku bi hinceta hebûna PKKê li nav xaka Başûrê Kurdisanê didomîne, daxuyaniyek dabû ku xwestibû ew êrîş rawestin û PKK jî ji sînoran vekişe daku nebe sedema şer û êrîşan.

Parve bike: