TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên ser ên Tirkiyê gundewarên Duhokê bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2020 23:57

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê îro car din, bi hinceta PKKê êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî, îro piştî nîvro li dor demjimêr 15:30 balafirên şer ên Tirkiyê gundê Sêcê yê Xiristiyanan ê girêdayî parêzgeha Duhokê, devera Nêrwe û Rêkan a navçeya Amediyê bombebaran kir.

Herwiha hat ragihandin ku balafirên Tirkiyê li deverên Nêrwe û Rêkan ên navçeya Amediyê û pişta çiyayê Zêbaryan ê Şêladizê jî bombe barandin.

Dîsa li gorî zanyariyan balafiran sînorê gundê Bêşêlê yê ser bi Kanîmasî jî bombebaran kir.

Tirkiye êrîşên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê ev 4-5 roj in berdewam dike. Ti taybet ji aliyê welatên Ereb ve daxuyaniyên şermezarkirinê tên dayîn ku Tirkiye bi binpêkirina serweriya erda Iraqê tê tawanbarkirin.

Parve bike: