Balafirên ser Xanesor a Singalê bombebaran kir
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê îro saet derdora 13.00an bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyan balafireke şer a Tirkiyê baregeheke YBŞê bombebaran kir û ji ber bombebaranê hin kes birîndar bûne ku hejmara wan diyar nebûye.
Li gorî medya nêzîkî PKKê jî balafiran malên welatiyan bombebaran kirine, lê ji ber ku li ser herêmê liv û tevgera balafirên şer û yên keşfê didomin, zanyariyên berfirehtir nehatine bidestxistin.
Kesayetiyê naskirî yê êzdî li Şingalê Şêx Xerbî Nasir jî ji BasNewsê re ragihandiye ku di baregeha PKKê de teqîneke mezin çêbûye û teqîna muşekekê yan jî bombeyekê li nava baregehê pêk hatiye.
Çavkaniyekî din li nava Şingalê daye xuyakirin, baregeha PKKê li Xanesorê hatiye bombebaran kirin û di wê baregehê da civîna serkirdeyên PKKê hebûye.