TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên tirk wesayîta PKKê bombe kirin: 3 kustî, 1 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 29 tebax 2019 22:36

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro ragihand ku bi hevkariya TSK (artêşa Tirkiyê) û MÎTê (Saziya îstixbaratê) êrîşeke esmanî li çiyayê Garê bi ser PKKîyan de hatiye kirin û di encamê de 3 PKKî hatine kuştin.

Çavkaniyê herêmê êrîş piştrast kirin û li gorî zanyariyan, êrîşa balafirên Tirkiyê li gundê Şêran ê qezaya Amedîyê ya Duhokê pêk hatiye û otomobîleke PKKê bûye armanca êrîşê.

Li gorî zanyariyan ji bilî daxuyaniya Wezareta Tirkiyê ku dibêje, 3 gerîla hatine kuştin, di wê bombardimanê de sivîlek jî birîndar bûye.

Hîn derbarê vê êrîşê de ji aliyê PKKê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Parve bike: