Kurdistan
Balafirên Tirkiyê çiyayên Kurdistanê bombardiman kirin
PeyamaKurd - Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, çiyayê Metîna yê nav sînorê Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê li wê deverê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê bombardimanê de daxuyaniyek da û got ku di encama bombebaranê de 2 PKKyî hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya îro sêşemê de da xuyakirin, balafirên wan ên şer di çarçoveya operasyona Pence de, binke û baregehên PKKê li çiyayê Metîna li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine û di encama bombebaranê de 2 PKKyî hatine kuştin.
Operasyonên Tirkiyê yên bi ser binkeyên PKKê de li başûrê Kurdistanê, ji 27ê Gulana 2019an ve dewam dikin.