Kurdistan
Balafirên Tirkiyê navçeyên çiyayê Qendîlê bombebaran kir
PeyamaKurd - Îro piştî nîvro firokeyên Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê navçeyên çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
Gundiyên derdora çiyayê Qendîlê ragehandin ku, îro du caran firokeyên şer ên Tirkiyê, gundên Kirîskan û Ser Gelî û çend navçeyên sînorî yên li deverên Wertê Sengeser ên derdora çiyayê Qendîl bombebaran kirin.
Herwiha dan zanîn ku, ji ber êrîş û bombebarana Tirkiyê û rewşa siyasî ya deverê welatî nevegerane û hêzên PKK jî dest danîn ser navçeyê.
Tê zanîn ku, ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyê ziyaneke mezin geheştiya mal û milkên niştecihên gundên sînorî yên wê deverê.