TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên Tirkiyê wesayîteke PKKê armanc kirin

📅 14 îlon 2019 15:38

PeyamaKurd - Şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê gundekî devera Balekayetî otombîleke PKKê armanc girt û agir jî bi dar û pûş ket.

Hat zanîn ku şeva bûrî balafirên şerî yên Tirkiyê li gundê Rezwîlke ya geliyê Baleyiyan a devera Balekayetî wesyîteke PKKê armanc girt.

Li gor zanyariyan, beşek ji dar û pûş li navçê şewitîn, lê ta niha ti zanyarî li ser ziyanên canî nayên zanîn. Geliyê Baleyiyan dikeve sînorê nahiya Qesrê ya ser bi qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê.

Arteşa Tirkiyê (TSK) di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin, roja 24ê Tebaxê jî li Heftanîn û Sînatê dest bi operasyonê ‘Pençe 3’ kiribû.

4ê vê mehê jî, di bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyê li ser baregehên PKKê, agir bi çiya û daristana gundê Şeranşê ya ser bi Zaxo ketibû.

Hêjayî gotinê ye ku derbarê wê êrişê de heta niha PKKê tu daxuyanî nedaye.

Parve bike: