TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên Tirkiyê yên ser Baleyen bombebaran kirin: 4 sivîl mirin!

Admin V
Nivîskar
📅 22 adar 2018 14:45

Duh nîvê şevê balafirên Tirkiyê yên şer li Kurdistanê, herêma Baleyan ya li ser navçeya Balekayetî ve, bi hinceta ku PKK li wir e, bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de dido sivîl dido jî pêşmerge, tevde 4 kes hatin kuştin. Kesên ku hatine kuştin ev in: Mistefa Wertî, Şêro Mehmûd, Mihemed Îsmaîl Axa Wertî û Derbaz Simaqûlî.

Berî niha jî gelek caran Tirkiyê bi heman hincetê herêmên Kurdistanê bombebaran dikirin. Di wan êrîşan de jî gelek sivîl hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Parve bike: