Balyoza Amerîkayê: Yekîtiya Kurdan, ji bo hilbijartinan girîng e
PeyamaKurd- Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski, li Silêmaniyê bi rojnamevanan re civîneke çapemeniyê li dar xist û di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hin nirxandin kirin.
Alina Romanowski, li ser pirsa di derbarê Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê de got ku
“Em hemû aliyên Herêmê teşwîq dikin ku bi hev re kar bikin û nakokiyan deynin aliyekî da ku daxwaz û pêwîstiyên xelkê werin bicihanîn. Lewra ji ber nebûna yekîtiyê, pêşî gel zerarê dibîne.
Hebûna Herêma Kurdistanê ya bi hêz û bipêşxistina wê ya di çarçoveya hikûmeta federal de ewlehiyê tîne. Ji ber vê yekê girîng e ku bi hev re kar bikin.”
Romanowski amaje bi wê yekê jî kir ku karê wan ê niha ew e ku di çarçoveya Destûra Iraqê de aramiyê pêk bînin û di Wezareta Pêşmerge de çaksaziyê bikin.
Balyoza Amerîkayê bi berdewamî got,
“Pêwîstiyeke din jî bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Serxwebûna di warê enerjiyê û bipêşxistina sektora gaza sirûştî ya li Herêma Kurdistanê, bipêşxistina boriyan û derxistina yasaya herdemî ya petrol û gazê, hin ji van tiştan in.
Ji bo me xaleke din a girîng heye. Ew li dijî gendelî û reforma aborî ye. Ev yek dihêle ku bazirganî û veberhênanê bêhtir xurt bibin. Ev ji bo pêşketina Herêma Kurdistanê girîng e. Mafê gelê Herêma Kurdistanê heye ku li ser dema hilbijartinan biryarê bide."